Hûn van rojan dîmenan dibînin ku hinek çekdar di bin navê “eşîrên ereb” de digerin û siloganan davêjin.Ev li Til Hemîs û Til Koçer, Hol û Til Birakê jî derketin holê û dibêjin ku ew li dijî derbasbûna Hêzên Asayîş û QSD’ê ne.
Niha agahî derheqê wan de hatine bidestxistin…
Ajansa Nûçeyan a Hawarê li gor çavkaniyên taybet dibêje ku ev komên çekar biyanî ne û ne ji herêmê ne û tevlîheviyê derdixin.
ANHAyê pêwendî li gel rûspiyên eşîran danîn û eşkere kir ku ev komên biyanî ku hejmara çekdarên wan 30 kesn in, keskî yan du kesan ji herêmê tev li xwe dikin û van siloganan davêjin.
Di vê tevgera xwe dijîtiya peymana di navbera QSD’ê û Hikûmeta Demkî de jî dikin.
Li gor heman çavkaniyê, ev kom derdikevin dîmenên xwe dikişînin û winda dibin, bi gotineke din tu sazmûnaniyeke wan tune ye.
Her wekî destnîşan dikin ku armanca wan derxistina tirs, tevlîhevî û fitineyê ye.



