Hevdemî agahiyên reva gelek malbatên DAIŞ’ê, Wezareta Derve ya Fransayê ragihand ku tu welatiyên Fransî ji Kampa Holê nereviyane.
Berdevkê Wezareta Derve ya Fransayê Pascal Confavro diyar kir ku li gor agahiyên wî tu welatiyekî fransî beşdarî reva ji Kampa Holê nebûye û destnîşan kir ku ev yek piştî vekişîna QSD’ê ji kampê pêk hatiye.
Her wekî destnîşan kir ku Fransa bi nîgeranî rewşa li Kampa Holê dişopîne û Wezîrê Derve yê Fransayê ev metrisyên xwe gihandine Esed Şêbanî.
Ev helwesta Fransayê di demekê de tê ku metrisiyên navneteweyî derheqê têkdana ewlehiyê li Kampê Holê zêde dibe.
Nexasim ku bi hezaran jin û zarokên DAIŞ’ê yên ji nasnameyên cuda li wir hatibûn bicihkirin.



