Em ê careke din behsa hevdîtina Şandeya Rojava ya bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê bikin.
Wekî herkesî dît, Şandeyeke ji Rojava (Mezlûm Ebdî û Ilham Ehmed) li Munchinê bi fermî çû Munchinê.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê li wir şert daniye pêşiya şandeya hikûmeta demkî ku heta Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî amade nebe, civîn çênabe.
Malpera Monitor a amerîkî Rubio ji Esed Şêbanî re gotiye ku heta Mezlûm Ebdî bighêje, ew civînê li dar bixin.
Lewra, piştî wê, Esed Şêbanî li gel şandeya Rojava, tev li civînê bû.
Rapora Monitor derheqê êrişan de jî eşkere dike ku di dema axaftina Serokê Amerîkayê Donald Trump bi Ehmed El-Şeri re, Endamê Kongreya Amerîkayê Lindsey Graham di odeya Trump de amade bû.
Li gor raporê, Trump xwestiye ku şertên baştir bo QSD’ê werin pêşkêşkirin.
Rapora Monitor dibêje ku psipor hişyariyê ji hêza piştgiriya Amerîkayê didin û herçendî hêza Graham heye, lê dibe ku bi ser nekeve.
Berî niha jî Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî gotibû ku eger lihevkirin bi ser nekev, dê heta dawiyê şer bikin, çimkî ew dev ji herêmên kurdan bernadin.



