Li bajarê Dêra Zorê tevlîhevî û alozî didomin.
Herî dawiyê, di encama nakokiyan li bazad Cibêlê de, ciwanek hat kuştin û 2 jî birîndar bûn.
Di pevçûnan de çek û bombeyên destan hatin bikaranîn û vê jî tirseke mezin di nava welatiyan de belav kir.
Li gor agahiyan, birîndar bo nuqteyên tendurstiyê yên nêzî bûyerê hatin veguhsin,
Ev bûyer hemwextî tevlîhevî û aloziyên berdewam ên li Dêra Zorê derdikeve holê.
Bi taybet ku welatî ji ber biryarên hikûmeta demkî yên bandorê li jiyana wan dikin, bi hêrs bûne û çek di destê her kesî de belav bûne.



