Di vê hişyariyê de Washinton ji Şamê re dibêje ku gerek teknolojiya Çînê ya di warê pêwendiyan de boykot bike, çimkî bikaranîna wan, li dijî berjwendiyên Amerîkayê ye.
Ajansa Reutersê li ser zimanê 3 çavkaniyan diyar kir ku ev peyam di civîneke San Fransîsko de ya di navbera berpirsên Wezareta Derve ya Amerîkayê û Wezîrê Pêwendiyên Hikûmeta Demkî Abdulselam Heykel hatiye dayîn.
Heman jêderê got ku Amerîka di warê planên Şamê yên bikaranîna pêwendiyên Çînê de, zelalî ji hikûmeta demkî xwestine.
Dîplomatekî amerîkî destnîşan kiriye ku Washingtonê ji Şamê xwestiye teknolojiya Amerîkayê bi kar bîne.
Wezareta Pêwendiyan a hikûmeta demkî jî piştrast kir ku biryaran li gor pîvanên teknîkî, ewlehî û niştîmanî didin û cih didin cihêrengiya şirketan.



