Cîgirê waliyê Hurmizgan ragihand ku di êrişa Îsraîlê ya li ser Îranê de 36 xwendekarên dibistana seretayî hatin qetilkirin.
Bîlançoya êrişên Îsraîl-Amerîkayê yên li ser Îranê eşkere dibe. Cîgirê waliyê Hurmizgan Ehmed Nefîsî ragihand ku li ser êrişên îro yên Îsraîlê li ser Îranê agahiyan belav kir.
Ehmed Nefîsî ragihand ku Îsraîlê li navçeya Mînabî ya ser bi parêzgeha Hurmizgan dibistanek seretayî ya keçan hedef girt û di encamê de 36 xwendekarên keç hatin qetilkirin.
Hate diyarkirin ku di dema êrişê de 170 xwendekar li dibistanê bûn û xebatên rizgarkirinê û rakirina kavilan berdewame.



