Moşekên şerê Israîl û Îranê li başûrê Sûriyê jî ketin.
Li Siwêdayê di encama ketina mûşkekê de, 5 kes hatin kuştin.
Li herêma Sînaiyê ya bajarê Siwêdayê mûşkeke li avahiyekê ket.
Ajansa Nûçeyan a Hawarê eşkere kir ku di encama êrişê de 5 kes hatine kuştin û hejmarek jî birîndar bûye.
Li gor heman jêder, 5 cenaze gihştine nexweşxaneya bajar.
LI gundê Hîran ê Quneytirayê jî moşek ketin, lê tu ziyan çênebûn.



