Medyaya fermî ya Îranê ragihand ku Elî Şemxanî û Mihemed Pakpûr di êrişên Amerîka û Îsraîlê de hatine kuştin.
Medyaya fermî ya Îranê îro (1ê Adara 2026an) ragihand ku du berpirsên bilind ên Îranê hatine kuştin.
Şemxanî Şêwirmendê Bilind ê Rêberê Îranê bû û Pakpûr jî Fermandarê Giştî yê Supaya Pasdaran bû.
Îsraîlê jî diyar kir ku şêwirmendê Xananey Alî Şemhanî di nav de, 7 rayedarên payebilind ên Îranê hatin kuştin.
Amerîka û Îsraîlê ji doh ve êrişeke hevpar û berfireh bir ser 24 parêzgehên Îranê.



