DEM Partî li Antalyayê “Hevdîtina Aştî û Civaka Demokratîk” li dar xist.
Li wir welatiyên li Antalyayê tev li “Hevdîtina Aştî û Civaka Demokratîk” bûn.
Di hevdîtinê de Hevserokê Giştî Tuncer Bakirhan amade bû.
Welatiyan diyar kirin ku divê gavên şênber bên avêtin û gotin:
“Êdî baweriya me bi gotinan nayê.
Ji bo em bawer bikin divê gavên pratîk bên avêtin.
Li rexekî dê Rêbertiya me muxatab bigirî û li rexa din jî dê mafê hêviyê nas nekî û di tecrîdê bihêlî.
Divê Rojava teqez di nava vê aştiyê de cih bigire.”



