Sekreterê Giştî yê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Elî Laricanî û Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf piştî kuştina Xamineyî, gefên tund li Amerîka û Îsraîlê xwarin.
Elî Laricanî ji televîzyona dewletê ya Îranê re axivî û got:
Amerîka û Îsraîlê bi kuştina Xamineyî dilê gelê Îranê şewitand, em dê jî dilê wan bişewitînin.
Bila parçekirina Îranê wekî bayekî sivik nebînin.
Elî Laricanî anî ziman, divê ev kom zanibin ku em dê ti carî nermiyê nîşanî wan nedin.
“We xeta me ya sor derbas kir û hûn dê berdêla wê bidin”
Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf jî gef li herdû welatan xwar.
Qalîbaf di peyamek sersaxiya ya ji bo kuştina Xamineyî de got:
“Ez ji Trump, Netanyahu, hemû hevkarên wan re dibêjim:
We xeta me ya sor derbas kir û hûn dê berdêla wê bidin.”
Mihemed Baqir Qalîbaf diyar kir, ev kîneke veşartî ye û êdî dema tola dawî hatiye.



