Desteya Hundirîn a Kobanê diyar kir ku dê xebatên mîsogerkirina ewlehiya herêmê bidomîne.
Desteyê banga tevkariya bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn re kir û da zanîn ku yên kiryarên derqanûnî bikin dê werin cezakirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Di hefteyên dawîn de, li bajarê Kobanê hin bûyer rû dan. Ev buyer bandorek neyînî li ewlehî û aramiya wê kirine. Ji wan bûyeran gule bê ser û ber hatin teqandin, deriyên depoyên alîkariya mirovî hatin şikandin û alîkarî hatin dizîn, her wiha êrişî karmendên belavkirina alîkariyan hatin kirin. Ev kiryar ji aliyê kesên ku ne girêdayî hêzên me yên ewlehî û leşkerî ve hatine kirin. Di encama van kiryaran de ewlehî û aramiya bajarê ku bi şert û mercên dijwar re rû bi rû ye xerab kiriye.
Em wek Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li Kobanê teqez dikin ku me ji destpêka van bûyeran ve hewlidanên xwe berdewam kirine da ku ewlehî û aramiya li bajarê Kobanê û derdora wê misoger bikin. Em li dijî her kiryareke ku gefê li ewlehî û aramiyê dixwe sekinîne. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn re hevkariyê bikin û ji her kiryarên nezagonî dûr bisekinin, ji ber ku her kesê ku zagonê binpê bike dê ji hêla zagonî ve were cezakirin.
Em tekez dikin ku her kesê ku bêserûber çekan biteqîne, êrişî depoyên alîkariya mirovî an karmendên wan bike, an jî bêyî destûra fermî çek hilgire dê hesab bidin û werin cezakirin.
Parastina aramî û ewlehiya herêmên me berpirsiyariyeke hevpar a hemû welatiyan ye. Ji ber vê yekê hevkariya bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn re ji bo parastina aramî û ewlehiya herêmên me pir girîng e.“



