Partiya Sosyalîst a Swîsreyê di kongreya xwe de, li dijî êrişên li ser Rojava nerazîbûn nîşanda û banga parastina Rojava hate kirin.
Partiya Sosyalîst (SP), ku yek ji mezintirîn partiyên Swîsreyê ye.
Di kongreya xwe ya giştî ya li Bienne de, bang li Konseya Federal kir ku ji bo parastina Rojava tedbîran bigire.
Biryar ji aliyê delegeyan ve bi yekdengî hate pejirandin.
Di daxuyaniyê de, hat destnîşankirin ku şerê li taxên ku Kurd lê dijîn, bûye sedema koçberkirina bi deh hezaran kes.
Hat gotin ku ewlehiya kêmneteweyan hê nehatine misogerkirin û pêvajo di qunaxek hesas re derbas dibe.
Hat gotin, Kobanê di bin dorpêçê de ye û korîdoreke mirovî ya ewle tune.
Ji Konseya Federal hat xwestin ku bi demildest peywira xwe ya “parastina kêmneteweyên etnîkî û olî li Sûriyeyê” bi cîh bîne.



