Şerê li Rojhilata Navîn tevgera dîplomatîk bileztir kiriye.
Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî NY ji ber van metirsiyên heyî civînek awerte lidarxist.
Sekreterê Giştî yê NY û gelek welatên endam hişyariyên metirsiya “şerekî tam” kirin.
Antonio Guterres di civînê de axivî û bang li hemû aliyan kir ku şer rawestînin.
Guterres diyar kir ku çalakiyên leşkerî yên heyî metirsiya veguhertina şerekî herêmî ya berfirehtir heye.
Her wiha îşaret bi rêyên dîplomasî kir.
Di civîna Konseyê de, nûnerên Rûsya û Çînê jî bang kirin ku şerê leşkerî were rawestandin û danûstandin werin kirin.
Tê payîn ku têkiliyên dîplomatîk di rojên pêş de zêde bibin.
Çavdêrî dayîmî yê Komkara Erebî ya ji 22 welatan pêktê jî rewakirina êrişa Îsraîlê a ji bo çekên nukleerî wekî “durûtî” bi nav kir.
Hate gotin, Îsraîlê red kiriye ku tesîsên xwe yên nukleerî ji bo mufetîşên NY veke.
Di vê navberê de, lîderên Brîtanya, Fransa û Almanya daxuyaniyek hevbeş weşandin û daxwaza ji nûve destpêkirina danûstandinên li ser bernameya nukleerî ya Îranê kirin.



