Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyahû li ser hesabê xwe yê X’ê peyamek bi dîmen belav kir.
Netenyahu got ku wan fermana domandina êrişên li dijî Îranê daye.
Netenyahû ragihand ku bi Wezareta Parastinê ya Îranê, Serfermandarê Giştî û Serokê Mosadê re civiya ye.
Netenyahu destnîşan kir ku di civînê de fermana domandina êrişan ya li ser Îranê daye û got:
“Me duh zalim Xamineyî ji holê rakir. Bi wî re bi dehan kesên asta jor ya rejîmê jî bê bandor kirine.
Niha hêzên me berê xwe dane dilê Tehranê û bi xurtî li wan dide. Wê rojên pêşiya me ev yek xurti bibe.”



