Fermandariya Navendî ya Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê CENTCOM’ê ragihand ku di êrişên esmanî yên Îranê de; 3 leşker hatine kuştin û 5 jî giran birîndar bûne.
CENTCOM’ê li ser hesabê xwe yê X’ê daxuyaniyek da û ragihand, di êrişên esmanî ya Îranê de 3 leşkerên wan mirine.
Hate gotin ku di operasyona bi navê ‘Epic Fury’ de 3 leşkerên Amerîkî jiyana xwe ji dest dane û 5jî giran birîndar bûne.
Her wekî diyar kir ku operasyonên mezin dewam dikin û hewldanên wan yên mudaxeleyê jî didome.
CENTCOM’ê destnîşan kir ku îdîaya Pasdarên Şoreşê ya Îranê ya bi fuzeyên balîstîk êrişî Keştiya Abraham Lincolnê kirine red dikîn û got:
“Lincoln nehatiye bombekirin. Fuzeyên avêtin negihiştiye nêzî keştiyê jî.”



