Duh hinek dîmen li ser medya dijîtal hatin belavkirin.
Di dîmenan de xuya dike ku, Supayê Pasdaran ya Rejîma Îranê girtiyan vedguhêze navendên xwe yên leşkerî.
Xwepêşanderên di xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de biçav kiribûn, ji bo parastina canê xwe bi darê zorê vediguhêzin navendên xwe yên leşkerî.
Di nava kesên hatine binçavkirin gelek jin û zarok jî hene.
Spayê Pasdaran wisa dizanin ku ji ber vê yekê wê Amerîka û Îsraîl êrişî wan nekin.
Çalakvanên medya dijîtal li dijî vê kirinê nerazîbûn nîşandan.
Heta niha reyedarên rejîma Îranê têkildarî vê mijarê ti daxuyaniyeke fermî nedaye.
Komîteya Azadiya Girtiyên Siyasî, ragihand ku parêzvanên Girtîgeha Evîn reviyane û rewşa girtiyan pir xirabe û di nava xeteriyeke mezin de ye.



