Xwepêşandan li Pakistanê di serî de Karaçî li gelek bajarên mezin ên welêt hatin lidarxistin.
Li gorî bîlançoya ku AFP’ê komî ser hev kiriye, herî kêm 25 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li Karaçiyê bi sedan xwepêşandêrên alîgirê Îranê hewl dan bikevin nav Konsolosxaneya DYA yê.
Di encama şerê bi polîsan re herî kêm 10 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Zêdeyî 70 kes jî birîndar bûn.
Çavkaniyên nexweşxaneyê diyar kirin ku li ser bedena birîndaran şopa birîna fîşekê heye.
Li Bakur qedexeya derketina derve hate ragihandin
Li bakurê welêt xwepêşandanên tund rû dan. Herî kêm 13 kes mirin.
Li herêmê bi şev qedexeya derketina derve hate ragihandin.
Li paytext Îslamabadê bi hezaran kes daketin kolanan.
Hate ragihandin ku di vê bûyerê de jî 2 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Serokwezîr bal kişand ser ‘hiqûqa navneteweyî’
Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf kuştina Xamaney weke binpêkirina hiqûqa navneteweyî pênase kir.
Şahbaz Şerîf ragihand ku gelê Pakistanê piştgiriyê dide Îranê.
Nûnertiyên dîplomatîk ên DYE û Îngilistanê yên li Îslamabadê hişyarî dan welatiyên xwe ku baldar bin.



