Îranê di bersivdayîna êrişên Amerîka û Îsraîlê de gelek bargehên Amerîkî li welatên Erebî kir hedef.
Li gorî amaran, Îmarat, Kuwet, Behrîn, Qete, Urdinê, Uman û Erebestana Siûdî herî zêde rastî êrişan hatiye.
Gelek mûşek û dronên Îranê li van deveran ketine û zirarên madî çêbûne.
Îranê di nava du rojan de bi 1311 mûşekên balîstîk, kruz û dronan êrişî çend welatên Ereban kiriye.
Tevî ku Tehran dibêje armanca wan baregehên Amerîkayê, lê êrişan bandoreke xwe ya mezin kir.
Van êrişan roja şemiyê (28’ê Sibatê) dest pê kir.
Êriş wekî bersiveke Tehranê ya li hemberî êrişa berfireh a Amerîka û Îsraîlê ne.
Li gorî amaran, Îmarat herî zêde rastî êrişan hatiye û piştî wê jî Kuweyt û Behreyn tên.
Hûrgiliyên êrişên li ser welatan ev in:
Îmarat: 708 mûşek û dron
Wezareta Parastinê ya Îmaratê ragihand ku êriş bi 167 mûşek û 541 dronên Îranê hatiye kirin.
Pergala parastinê ya Îmaratê karîbûye piraniya wan bişikîne.
Lê belê 35 dron li nav xaka wan ketine û zererên madî çêbûne.
Kuweyt: 380 mûşek û dron
Artêşa Kuweytê eşkere kir ku ji Îranê 97 mûşek û 283 dron arasteyî welatê wan hatine kirin.
Ji ber ku li asman hatine têkşikandin, paşmayên mûşekan li çend deverên cuda ketine.
Di encamê de zerereke madî gihîştiye hinek saziyan.
Behreyn: 95 mûşek û dron
Artêşa Behreynê ragihand ku pergala parastina asmanî rûbirûyî 61 mûşek û 34 dronan bûye.
Artêşê diyar kir ku wan ew bi serkeftî şikandine.
Qeter: 77 mûşek û dron
Wezareta Parastinê ya Qeterê ragihand ku 65 mûşekên balîstîk û 12 dron arasteyî welatê wan hatine kirin.
Di van êrişan de ti xisarên canî çênebûne.
Urdin û Uman
Artêşa Urdinê rûbirûyî 49 dron û mûşekên balîstîk bûye ku arasteyî xaka wan hatibûn kirin.
Li Umanê jî bendera bazirganiyê ya “Duqm”ê bi du dronan bûye armanca êrişê.
Erebistana Siûdî: Êrişeke berfireh
Wezareta Karên Derve ya Erebistana Siûdî êrişên Îranê yên li ser herêma Riyadê û herêma rojhilat şermezar kirin.
Wezaretê hejmara hûr û kûr a mûşek û dronan eşkere nekir lê destnîşan kir ku hêzên wan rûbirûyî êrişan bûne.



