Wednesday 2026/07/22
  • عربي
Ronahi TV
No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
zindî zindî
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
No Result
View All Result
Ronahi TV
No Result
View All Result

Yekîtiya Jinên Kurd komcivîn li dar xist

March 2, 2026
in JIN
A A
Yekîtiya Jinên Kurd komcivîn li dar xist
Share on FacebookShare on Twitter

Platforma Yekîtiya Jinên Kurd, di  komcivîna ku li dar xist de bal kişandin ser hewcedariya avakirina yekîtiya jinên kurd û bi giştî ya gelê Kurd.

Platforma Yekîtiya Jinên Kurd, bi şîara “Bi pêşengî û yekîtiya jinên kurd ber bi avakirina yekîtiya neteweyî ve” li eywana Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê  (DTSO’) komcivîn li dar xist. Gelek siyasetmedarên jin bi cil û bergên xwe yên kurdî tevlî komcivînê bûn. Di eywanê de pankartên “Bi rihê yekîtiyê bi pêşengiya jinê, ber bi kongreya neteweyî ve” û “Niha dema jinê ye! Jin yekîtiya neteweyî re pêşengitiyê dike” hat daliqandin. Komcivînê bi axaftinan destpê kir.

Endama dîwanê Saliha Ayata ewilî axivî û ev tişt anî ziman, “Li rojhilata navîn dizaynek nû pêk hat. Şerek heye û ev şer bi awayek ber bi çav tam li hember me pêk tê. Lê îro şer hatiye ber derî. Serdest çi dixwazin? Dixwazin dizaynek nû ava bikin bêyî kurdan. Ji ber vê yekê êrîşek mezin li ser jinên kurd tê meşandin. Li çar parçeyan şerek dijwar tê meşandin. Li Rojava me dît ku şerekî çawa hat meşandin.Êrîşên li ser Rojava li ser azadî û destkeftiyên jinan bûn. Bi tifaqa jinên kurd û yên dîyasporayê ev destkeftiyên jinan hatin parastin. Ji ber vê yekê Rojava îro rewşa xwe guherand. Îro li rojhilat şerek mezin heye. Bandorek mezin li ser jinên kurd dike ev şer. Bi rêya yekgirtin û tifaqê dikare encam bê girtin. Em jinên Kurd dikarin çi bikin? Li dijî şerê mêr jin dikarin çi bikin? Li ser vê yekê divê em bisekinin. Îro têkoşîna jinên cihanê hatiye astek gelek mezin. Ev yek bi tifaq û yekîtiya jinan  pêk hat. Li hember fikr û tiştên neyînî em dikarin bi hev re bibin yek deng.”

’30 JİNÊN BAŞÛR NİKARÎN BÊN

Piştre Hevberdevka Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît axivî. Gulcan Kaçmaz anî ziman ku ji bo yekîtiyê îro wek jinên kurd hatine gel hev û got, “Derdê me yê herî mezin ew e ku me hîn yekîtiya xwe ava nekiriye. Ji ber vê yekê ji bo em nexşereyek amade bikin ligel hev in. Dema me dest bi vê xebatê kir di demek kurt de me destpê kir. Ji rojava heta rojhilat, ji rojhilat heta başûr me xwest em dengê xwe bigihînin hemû derê. 30 hevalên başûr jî dixwestin bên, lê ji ber aloziyên Îranê nekaribûn bên.”

‘YEKÎTİYA GELÊ KURD DERKET PÊŞ’

Gulcan Kaçmaz Sayyîgît di berdewamiya axaftina xwe de destnîşanê pirsgirêka kurd û Kurdistanê kir û ev tiştan anî ziman, “Beriya sed salan nikaribûne ji ber berjewandiyên malbatî û desthilkatdariyê yekîtiya xwe ava bikin. Hertim şer hatiye meşandin. Gelê Kurd êdî yekîtiyek xurt dixwaze. Ger ku me yekîtiya xwe ava bikira dê ev qas bi ser me ve nekaribûna bihatana. Dema em berê xwe didin Rojava em dibînin jiyanek çawa wekhev ava kirine û rêya sêyemîn li wê derê hatiye avakirin. Lê piştî 14 salan dîsa êrîşê Rojava hat kirin û li dijî van êrîşan gelê Kurd daket qadan û got ‘Yek e yek e, gele Kurd yek e.’ Ligel kuştin, bişaftin û berdelên mezin û giran, berxwedana 50 salan ji hemû cihanê re bûye mînak. Divê em girêdayî van bedelan bimînin û yekîtiya xwe ava bikin. Divê em bi yekîtiya xwe van êrîşan bidin sekinandin. Dema êrîşê Rojava hat kirin ezmûnek derket pêşiya me. Ezmûna yekîtiyê. Lê belê divê em ligel hemû êrîşan yekîtiya xwe xurt bikin û ava bikin. Çawa êriş li ser Rojava hat kirin û planên qirêj dihatin kirin bi yekîtiyê ev yek vala hat derxistin. Plansaziyên qirêj li ser gelê Kurd tên meşandin. Lê yekîtiya me dikare vê hilweşîne.”

BANGA ABDULLAH OCALAN

Gulcan Kaçmaz Sayyîgît di berfirehiya axaftina xwe de bal kişand ser banga 27’ê Sibatê û wiha dirêjî da axaftina xwe, “Di 27’ê Sibatê de Birêz Abdullah Ocalan bangek kir û got ku heta civaka demokratîk neyê avakirin kes nikare bi hev re bijî. Bi vê yekê re hemû kes hatin gel hev û xebat meşandin. Ne bi tenê siyasetmedarên kurd, kesên rewşenbîr, çalakvan û kesên ku dibêjin ez kurd im û divê xebat bimeşînin. Kurd êdî ciwanên xwe bila nespêrin axê. Divê em berpirsyariya xwe baş bizanibin û li gor wê yekê tevbigherin.”

 ‘BİRÎNA HERÎ KUR NEBÛNA YEKÎTİYA NETEWEYÎ YE’

Gulcan Kaçmaz Sayyîgît destnîşan kir ku ji bo yekîtiya neteweyî li çar parçeyan xebatên girîng dimeşînin û wiha pê de çû, “Em hatine astek jorîn, lê ev yek têr nake. Divê em jinên Kurd dengê xwe bilindtir bikin. Ne bi tene ji bo jinên kurd, ji bo hemû jinên Rojhilata Navîn em li pêşiya van şeran bisekinin. Pêwîstî bi rêvebiriyek û baweriyek heye. Ev yek jî girêdayî yekîtiya neteweyî ye. Ji bo projeyên yekîtiyê em xebatên xwe dimeşînin. Ji bakur heta rojava, ji başur heta rojhilat û diyasporayê em bingeha vê yekê xurt bikin. Birîna kurd û Kurdistanê ya herî mezin yekîtiya neteweyî ye. Ji ber ne yekin ev birîn kur dibe. Em ber bi 8’ê Adarê ve diçin û li dijî jinan êrîş tên kirin. Em jî li dijî van hemû êrîşan wek platform xebatên xwe bidomînin. Em rêhevalên Sakîne Cansiz, Hevrîn Xelefan in û xebatên xwe xurt bikin. Bijî yekîtiya jinên kurd û ‘Jin jiyan azadî.”

Piştre peyama Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Zeynep Murat hat xwendin. Di dore de peyamên 30 jinên başûr ku ji ber şerê rojhilat û pirsgirêkên derketin nehatin û Platforma Yekîtiya Jinên Kurd a Ewropayê hat xwendin.

Komcivîn ji çapemeniyê re girtî berdewam dike.

Previous Post

QSD di çarçoveya peymana 29’ê Çileyê de ji Şiyûxê vedikişe

Next Post

Ji bo entegrekirina saziyên av û elektrîkê komîte hatin avakirin

Weşana girêdayî

Jina ku li  Rewanduzê şewitîbû jiyana xwe ji dest da
JIN

Jina ku li Rewanduzê şewitîbû jiyana xwe ji dest da

Desteya Jinan a Cizîrê beşdarî paneleke li Şamê bûn
JIN

Desteya Jinan a Cizîrê beşdarî paneleke li Şamê bûn

Lêpirsîna Gulîstan Doku: 15 kes hatin binçavkirin
JIN

Lêpirsîna Gulîstan Doku: 15 kes hatin binçavkirin

Ronahi TV

© Hemû maf parastî ye

Girêkan ên wêbsaytê

  • SEREKE
  • NÛÇE
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV

Li me bişopînin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist

No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • SIBEHA RONAHI
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • NUÇEJIN
    • ÎROJ
    • BERNAMEYA TAYBET
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • RASTERÊ
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BIN XET
    • BÛYER
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • WERZÎŞ
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • ROJEVA RONAHI
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • TENDERUSTÎ
  • العربية
  • ZINDÎ

© Hemû maf parastî ye