Parêzgarê Hesekê ji bo entegrekirina saziyên avê û elektrîkê di nava Wezareta Enerjiyê 2 biryarnameya avakirina komîteyên pispor derxistin.
Parêzgarê Hesekê Nûredîn Îsa Ehmed, du ji bo entegrekirina saziyên elektrîk û avê di nav pergala Wezareta Enerjiyê de 2 biryarname derxistin.
Li gorî biryarnameyan Komîteya Elektrîkê ji serokê komîteyê Endazyar Ekrem Xelîl Silêman û endamên komîteyê endezyar Salih Osman Îdrîs, Hena Gewriyê Gewriyê, Newar Mehmûd Sebrî û Mihemed Kerem El Fetah pêk tê.
Komîte dê kar û barên entegrekirina saziya elektrîkê bi rêve bibe.
Komîteya Avê jî ji seroka komîteyê Bêrîvan Berzan Silo û endmên komîteyê Reşa Salih Remo, Ridwan Xelef El Îsa, Mihemed Mehmûd El Osman, Feysel Mihemed Osman û Sebah Cuma El Ebid pêk tê.
Erka komîteyê amadekirina entegrekirina sektora avê di nav avahiya rêxistinî ya Wezareta Enerjiyê de ye.
Di biryarnameyan de hat xwestin ku ev biryar werin bicîhanîn û aliyên têkildar werin agahdarkirin.



