Seroka Rêxistina Azadiya Jinan a Iraqê Yenar Mihemed li Bexdayê îro li ber deriyê mala xwe hate kuştin.
Rêxistinê daxwaz kir ku derbarê bûyerê de lêpirsîn were destpêkirin û kujer werin cezakirin.
Komîteya Navenda Rêxistina Alternatîf a Komunîst a Iraqê bi daxuyaniyekê kuştina Yenar Mihemed ragihand.
Di daxuyaniyê de hat gotin êriş saet 9’ê li ber deriyê mala wê pêk hatiye û ji aliyê du kesên li motorê siwar bûne hate gulebarankirin.
Piştî êrişê Yenar Mihemed birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê lê li wir jiyana xwe ji dest da.
Yenar Mihemem yek ji navdartirîn jinên çalakvan yên Iraqê bû ku bûbû dengê jinên Êzidî yên rizgarbûyên ji destê çeteyên DAIŞ’ê.
Di heman demê de, Rêxistina Azadiya Jinan ya Iraqê ji azadîxwaz, tevgerên femînîst û mafên mirovan yên li Iraq û cîhanê re sersaxî xwest.



