Li Rojhilata Navîn alozî bi lez zêde dibe.
Îsraîlê bi dijwarî êrişî Lubnanê kir û herî kêm 31 kes hatin kuştin.
Di wextekî 3 balafirên Amerîka li Kuweytê bi şaştî hatin xistin de, Îranê bi mûşekan êrişî Ofîsa Serokwezîrê Îsraîl Netanyahu kir.
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku herî kêm 31 kes mirine.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku êrîş dê dewam bikin.
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku sê balafirên şer ên F-15 yên Amerîkî ku li Kuweytê ketine, ji aliyê “agirên dostane” ve hatine xistin.
Tê gotin tiştek bi pîlotan ne hatiye.
Hemwextî vê, Pasdarên Şoreşa Îranê ragihand ku bi mûşekan êrişî ofîsa Serokwezîrê Îsraîl Netanyahu û baregeha Fermandariya Hêza Hewayî ya Îsraîlê kirin e.
Hate gotin di van êrişan de, mûşekên Xeyber hatine bikaranîn.
Têkildarî encama vê êrişê agahiyên zêdetir nehat parvekirin.
Rejîma Tehranê diyar kir ku Îsraîlê êrişî navenda nukleerî ya Îranê kiriye.
Navenda navbûrî li Natanzê ye û bi heman navî tê naskirin.
Beriya niha jî ev navend bûye armanca êrişên Îsraîl û Amerîka.
Heyva Sor a Îranê eşkere kir ku heta niha 555 kes di encama êrişên Îsraîl-Amerîka de hatine kuştin.
Şer derbasî Deryaya Spî jî bû.
Baregeha Hewayî ya Brîtanî a li Qibrisê bi dronekê hate armanckirin.
Hate ragihandin, ti ziyanên canî pêk nehatiye.



