DYA ji welatiyên xwe xwest ku Sûriyê jî di nav de tavilê ji çend welatên Rojhilata Navîn derkevin.
Ji ber şerê Amerîka- Îsaîlê û Îranê, Wezareta Karên Derve ya DYA’yê îro serê sibê ji welatiyên xwe xwest ku tavilê ji zêdetirî 12 welatên Rojhilata Navîn derkevin.
Alîkara Wezîra Karên Konsulxaneyê Maura Namdar got:
Wezaretê ji Amerîkiyan xwestiye ku ji niha ve di rêyên bazirganiyê de ji Behreyn, Misir, Îran, Iraq, Îsraîl, Şerîaya Rojava, Xeza, Urdun, Kuweyt, Lubnan, Oman, Qeter, Erebistana Siûdî, Sûriye, Îmarat û Yemenê derkevin.



