Rêveberê Rêveberê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê Ramî Ebdilrehman behsa pêkanîna peyaman di navbera QSD’ê û hikumeta Demkî de kir.
Ramî Ebdilrehman diyar kir ku peyman kêm hatiye pêkanîn, bendên sereke, wekî entegrekirina hêzan û vegera koçberan, ji ber nebûna baweriyê û nakokiyên siyasî rawestiyane.MIX::
Ramî Ebdilrehman têkildarî asta pêkanîna peymana 29’ê Çileyê axivî û diyar ku divê peyman ne li gorî daxuyaniyên siyasî, li gorî pratîka li ser erdê were nirxandin.
”Peymana QSD’ê û Hikumeta Demkî kêm hatiye pêkanîn”
Ramî Ebdilrehman got peyman heta niha bi awayekî bibandor bûye egera rawestandina pevçûnan, lê armancên wê yên bingehîn bi tevahî nehatine bicihanîn.
Ebdilrehman diyar kir ku bendên herî berbiçav ên ku hatine rawestandin ev in:
Ji nû ve bicihkirina hêzên leşkerî, rakirina dorpêça li ser Kobanê, berdana dîlgirtiyan û aşkerakirina çarenûsa windahiyan û her wiha garantîkirina vegera ewle ya koçberan û yekkirina rêveberî û saziyên xizmetê.
Ramî Ebdilrehman hişyarî da ku têkçûna peymanê dikare bibe sedema pêleke nû ya koçberiyê, xirabûna ewlehiya heyî û kûrbûna nakokiyan li Sûriyê.



