Li bajarê Strasbourg ê Fransayê civînek ji hêla Navenda Civaka Kurd ve hat lidarxistin.
Di civînê de pêşketinên li Rojava, şerê li Îranê û tecrîda li Îmraliyê de hatin nîqaşkirin. MIX
Siyasetmedar Cuma Tak diyar kir ku Şoreşa Rojava ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn alternatîfek demokratîk pêşkêş dike.
Her wekî anî ziman ku tevî êrîşên dagirkeriyê, îradeya jiyana bi hev re ya gelan li Rojava berdewam dike.
Yek ji mijarên girîng ên civînê salvegera yekem a banga Rêber Apo bû.
Cuma Tak destnîşa kir, tecrîda li Îmraliyê ne tenê li dijî kesekî ye, di heman demê de li dijî îradeya gelê Kurd a ji bo aştî û çareseriyeke demokratîk e jî.
Civîn bi bangên ji bo hevgirtinê, xurtkirina têkoşînê dawî bû.



