QSD’ê nasnameyên 6 şervanan aşkera kirin ku berxwedana li hemberî êrişên komên hikumeta demkî de şehîd bûne.
Di daxuyaniyê de hate gotin “Di çarçoveya berxwedana li hemberî êrişên komên Şamê yên li ser herêmên me û ewlehiya şêniyên me de, 6 şervanên me şehîd bûn. Fedakariyên şehîdan di çarçoveya berpirsyariya wan a neteweyî ya parastina gelê me û parastina destkeftiyên wê de hatin dayîn.”
QSD’ê diyar kir ku “Şervanên şehîd bi giyanê xwe girêdana bi dozê û berpirsyariya neteweyî watedar kirin. Fedakariyên wan piştrast dikin ku îrade gelê me naşkê û xwîna wan dê soza me ya domandina parastina erd û rûmeta me bimîne.”
QSD’ê destnîşan kir ku heya pêkanîna hêviyên gel ên avakirina siberojeke ewle û adilane dê li ser şopa şehîdan berxwedana parastina civakê û ewlehiyê bidomîne.
NASNAMEYÊN ŞEHÎDAN:

Nasnav: Arîn Mîrkan
Nav û paşnav: Emîne Ehmed
Navê dayikê: Şerîfe
Navê bav: Îbrahîm
Cihê jidayikbûnê: Girê Spî
Cih û dîroka şehadetê: Reqa, 21 Çile 2026

Nasnav: Jiyan Kanîwar
Nav û paşnav: Sîdra Xişman
Navê dayikê: Heyfa
Navê bav: Mehmûd
Cihê jidayikbûnê: Girê Spî
Cih û dîroka şehadetê: Reqa, 21 Çile 2026

Nasnav: Rûken Botan
Nav û paşnav: Hewa Ugurlu
Navê dayikê: Edla
Navê bav: Seîd
Cihê jidayikbûnê: Beyt El Şebab
Cih û dîroka şehadetê: Reqa, 21 Çile 2026

Nasnav: Salih Doşka
Nav û paşnav: Salih Ebdî
Navê dayikê: Ferîde
Navê bav: Hisên
Cihê jidayikbûnê: Kobanê
Cih û dîroka şehadetê: Sirîn, 23 Çile 2026

Nasnav: Birûsk
Nav û paşnav: Mihemed Ebas
Navê dayikê: Zeyneb
Navê bav: Ferhan
Cihê jidayikbûnê: Kobanê
Cih û dîroka şehadetê: Sirîn, 20 Çile 2026

Nasnav: Egîd Amanos
Nav û paşnav: Eymen Nebî
Navê dayikê: Zehra
Navê bav: Ebdurehman
Cihê jidayikbûnê: Kobanê
Cih û dîroka şehadetê: Dêr Hafir, 17 Çile 2026



