Li deverên cuda yên Sûriyeyê di 24 saetan de 3 kes hatine kuştin û 3 jî birîndar bûne.
Li ser rêya dergehê bajarê Raî yê gundewarê Helebê, komeke çekdar 2 endamên wezareta parastinê ya hikumeta demkî kuştin.
Li gundê Sikra yê bajarê Humsê ciwanek dema ku zemîna xaniyê xwe bilat dikir, mayîn pê de teqiya û birîndar bû.
Li taxa Salihîn a bajarê Helebê 2 ciwan bi hev keyin û şer bû komî, di encamê de 2 jin birîndar bûn.
Li bajarê Siwêdayê droneke bombekirî ya hêzên hikumeta demkî herêma girtîgeha sivîl bombebaran kir.
Li nêzî kampa Kerama ya nêzî gundê Qah ê bajarê Dana yê ser bi Idlibê ve, ciwanek kuştî hat dîtin.
Li gundewarê Şamê gorek komî hat dîtin
Tîmên kolandinê yê girêdayî hikumeta demkî ya Sûriyeyê li bajarê Edara ya pêşesaziyê ya gundewarê Şamê goreke komî dît.


