Li bajarên Reqa û Dêrazorê bi dehan karmend li dijî siyasetên hikumetê rabûn.
Li bajarên Dêrazor û Reqayê bi dehan karmend li dijî siyasetên hikumeta demkî yên li hemberî wan, dûrxistina karmendên berê ji kar û nedana mûçeyan xwpêşandan li dar xistin.
Li Reqayê karmendan pankartên bi nivîsên “Daxwaza me ya vegera li kar mafek e”, “Pêkanîna edaletê ji me re maf e û doza me maf e”, “Qutkirina stûyan, ne qutkirina rizqan”, “Ji daxwazên me re edaletî”, “Mafê me yê vegera li kar emanetek di stûyê we de ye” û “Wezîr guhdar bike; mafê karkeran nayê firotin” vekirin.
Li gorî SOHR, li Dêrazorê jî karmendên saziyan ji ber nedana nûçeyan xwepêşandan li dar xist û nerazîbûnên xwe anîn ziman.



