Îro Şandeyeke ewlekariyê ya hevbeş serdana Sêmalkayê kir.
Rêveberê Asayîşê Mehmûd Elî “Siyamend Efrîn” û Fermandarê Ewlekariya Hundirîn ê Hesekê Merwan Elî di şandeyê de cih digirtin.
Hat ragihandin ku şandeyê Behsa awayê birêvebirina dergehê Sêmalka kiriye.
Siyamend Efrîn jî têkildarî serdanê agahî dan û got, bi Rêveberê dergehê re civînek taybet li dar xistin.
Di civînê de rêbazên destpêkirina deriyê sînorî, her wiha çêkirina nexşerêyek yekgirtî ji bo aktîvkirina mekanîzmayên îdarî û lojîstîkî yên pêwîst ji bo destpêkirina karê fermî li wir, hatin nîqaşkirin.
Gorî çavkaniyan ku ji nûçegihanên me ragihandin, dê ofêseke hikûmeta demkî ya Sûriyê li dergehê bimîne.



