Duh Îran bi dronan êrişî garajekê nêzî Kunsulxaneya Amerîkî ya Dubay kir.
Fermandariya (CENTCOM) got artêşa wan li Îranê zêdetirî 1700 hedef pêk anîne.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio got ku hemû endamên wan başin û tişek bi kesî nehatiye.
CENTCOM: Me li zêdetirî 1700 hedefên Îranê Daye
Fermandariya Navendî ya DYA (CENTCOM) ragihand ku artêşa wan li Îranê zêdetirî 1700 hedef pêk anîne.
Di daxuyaniyê hat diyarkirin ku hedefên ku hatine xistin cihên avêtina mûşekan, keştiyên deryayî, binavî û navendên kontrolê ne.
CENTCOM got, ji bo êrişan gelek balafirên şer, pergalên mûşekan û keştî hatine bikaranîn.
Brad Cooper: Artêşa Amerîkayê 16 keştîyên şer ên Îranî wêran kiriye
Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê, Brad Cooper diyar kir ku, artêşa Amerîkayê 16 keştîyên şer ên Îranî û binavîyek wêran kiriye.
Her wiha li nêzîkî 2 hezar hedefan dane.



