Şerê li Rojhilata Navîn saet bi saet dijwartir dibe.
Di roja 4. a şer de, jimara welatên para xwe ji vê yekê girtîn jî zêde dibe.
Îsraîlê bi awayekî hemwext êrişî Tehran û Beyrûtê kir.
Her dawî, Artêşa Îsraîlê ragihand ku di êrişa esmanî ya li Tehranê de,
Fermandarê Hêza Qudsê Davud Elîzade yê Îranê li Lubnanê kuştine.
Îsraîlê bi dijwarî êrişî Tehran û Beyrûtê kir
Artêşa Îsraîlê bi rêya asmanî êrişek hemwext li ser Tehran û Beyrûtê pêk anî.
Li Tehranê, ofîsa serokatiyê, deverên ku Konseya Ewlekariyê lê dicive û avahiyek Meclîsa Pisporan armanc hatin girtin.
Îsraîlê diyar kir ku operasyon dikarin çend hefteyan bidomin lê êrîşeke bejayî nehatiye plankirin.
Netanyahu: Şer wê dirêj bike lê wê ne bêdawî be
Serokwezîrê îsraîlê Benyamîn Netanyahu got, şer wê “dirêj be lê ne bêdawî be”.
Îran: Jimara kesên hatîn kuştin gihişt 787’an
Li gorî Heyva Sor a Îranê, hejmara miriyan ji ber êrîşan gihîştiye 787’an.
Bêtirî 750 jî birîndar bûne.
Îran welatên Ewropa hişyar kir
Wezareta Derve ya Îranê hişyarî da welatên Ewropî ku beşdarî şer nebin û diyar kir ku ev yek wê wekî sedemeke şer were dîtin.
Şer bi sînorê herdu welatan ve sînordar nema.
Êrişî Bendera Bazirganî ya Dukm a li Omanê jî hate kirin.
Hizbullahê jî ragihand ku wan baregehên leşkerî yên Îsraîlê li bakurê Îsraîlê kirine hedef.
Trump: Êdî ji bo danûstandinan ‘pir dereng e’
Piştî van hemû pêşketinan, Serokê Amerîkayê Donald Trump got, Îranê daxwaza danûstandinan kiriye, lê êdî “pir dereng” e.
Di demekê de ku êrîşên hevbeş li herêmê dewam dikin, bangên ji bo kêmkirina aloziyê ji civaka navneteweyî tên.



