Yek ji eniyên din ên şer lê dijwar dibe Libnan e.
Hizbullah ragihand ku wan êrîşeke dronî li dijî kargehek ya parastinê ya Îsraîlê pêk aniye.
Di daxuyaniyekê de, Hizbullah got wan bi dronan êrişî navendekî şirketa parastinê ya Îsraîlê kir.
Ragihand ku ev yek weke tolhildana êrişîn li ser Libnanê pêk aniye.
Hûrguliyên êrîşê nehatine parvekirin, û hîn jî ji rayedarên Îsraîlê daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn.
Îsraîl ji bo sivîlên li Başûrê Libnanê: Em ê dest bi Operasyonê bikin
Di vê navberê de, artêşa Îsraîlê ragihand ku ew ê operasyoneke leşkerî ya nû li başûrê Lubnanê bide destpêkirin.
Îsraîlê ji sivîlên li başûrê Çemê Lîtanî dimênin xwest ku tavilê herêmê vala bikin û ber bi bakurê çem ve biçin.
Artêşa Îsraîlê diyar kir ku avahiyên ku hêmanên Hizbullah tê de hene dê wekî “armancên rewa” werin hesibandin.
Her wiha hişyarî da ku ji bo ewlekariyê herêmê vale bikin.
Di êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de 72 kes hatin kuştin
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku hejmara kesên di êrîşên Îsraîlê yên li Lubnanê de jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 72 kesan.
Rayedaran diyar kirin ku di êrîşan de 437 kes birîndar bûne û zêdetirî 83,000 kes jî ji cih û warên xwe bûn.



