Balafirên şer yên Îsraîl û DYA’yê nuqteyeke leşkerî ya artêşa pasdaran ya Îranê li nêzî navçeya Çomanê ya başûrê Kurdistanê bombebaran kir.
Nûçegihanên Ajansa Roj News’ê li deverê bombebaran nuqteya artêşa pasdaran ya Îranê piştrast kir.
Li navenda navçeya Çomanê dengekê gelek bihêz ji cihê hate bombebarankirin hate bîhistin.
Nuqteya hatiye bombebaran bi temamî hatiye rûxandin.
Nuqte, di navbera navçeya Pîranşar a Rojhilatê Kurdistanê û navçeya Çoman ya Îdareya Serbixwe ya Başûrê Kurdistanê de ye.
Balafireke bêmirov a bombebarkirî êrişî Hewlêrê kir
Bi rêya balafireke bêmirov a bombebarkirî, êrişî bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê hate kirin û di encamê de zererên madî çêbûn.
Hate ragihandin ku balafira bêmirov a bombebarkirî li taxa 32’an a Park ketiye xwarê.
Li gor agahiyên destpêkê, di encamê de tenê zererên madî çêbûne.



