Di êrişa DYA’yê de Berpirsê Şopandin û Ketîbeyên Hizbullaha Iraqê Ebû Hesen Firêcî û parêzvanên wî hatin kuştin.
Li navçeya Îskenderiye ya parêzgeha Babilê hêzên DYA’yê êrişî wesayîta Berpirsê Şopandin û Ketîbeyên Hizbullaha Iraqê Ebû Hesen Firêcî kir.
Di êrişê de Firêcî û parêzvanên xwe hatin kuştin.
DYA bang li welatiyên xwe kir ku ji iraqê derkevin
Li aliyekî din, DYAˊyê bi rêya balyozxaneya xwe ya li Bexdayê bang li welatiyên xwe kir ku demildest ji Iraqê derkevin.
Amerîka ji welatiyên xwe xwestibû ku ji 14 welatên Rojhilata Navîn ku Sûriye, Lubnan, Erebistana Siûdî, Urdin, Behreyn û Kuweyt jî di nav de ne, derkevin.



