Li Şamê, dîsa dorên ji bo bidestxistina mazot û gazê tên dîtin.
Wezareta Enerjiyê ya hikumeta demkî jî îdia dike ku li welêt kêmasiya sotemeniyê tune ye.MIX
Li Şamê dîse bi sedan xelk saetên dirêj rêz dibin li benda ku gaze yan mazotê bistînin dimînin.
Vê yekê tirsa ku krîza sotemeniyê di demên pêş de xerabtir bibe, zêde kir.
Li gorî şêniyan sedema kombûna li ser dora standina gaz,
Mazot û benzînê ew ku awayên rêveberin û belavkirinê ji hêla komîteyên hikumetê ve şaş in.
Ji aliyê din ve jî bazirganiya sotemeniyê zêde bûye.
Buhayê kûpeke gazê li bazara reş gihîştiye 500 hezar lîreyan.
Tevî vê rewşa xirab, Wezareta Enerjiyê ya Hikumeta Demkî dibêje ku kêmasiya berhemên petrol heye.



