Patiyên siyasî yên bajarê Kobanê bi daxuyaniyekê erkdarkirina kesekî ji derveyî bajarê Kobanê red kir.
Patiyên siyasî got, di navbera QSD’ê û hikumeta demkî de rêkeftinek heye.
Bingehê vê rêkeftinê jî, cihgirtina hemû pêkhate , di Sûriyeke pir-rengî, û demokratîk de bû.
Piștî ewqas qurbanî û şehadeta di oxira aramî û parastina yekitiya Sûriyê de hatin dayîn,
Ji nişkan ve em li rastî biryara tek-alî ya encumena Parêzgeha Helebê hatin.
Erkdarkirina kesekî ji derveyî herêma Kobanê ku temsîla wê jî nake ne di cih de ye.
Li ser vî esasî, em weke partiyên siyasî yên li Kobanê, daxwaza betalkirina vê biryarê dikin.



