Li pêşberî avahiya NY`yê ya li bajarê Qamişlo ji bo şermezarkirina êrişên rejîma Îranê yên li ser Başûr û li Rojhilatê Kurdistanê, çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de daxwazên yekitiya Kurdan derketin pêş û nameyek radestî NY`yê hate kirin.
Çalakvan, siyasetmedar, nûnerên ji partiyên siyasî, rewşenbîr û nivîskar beşdarî çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de rêveberê Saziya Kurdên Bêsînor Kadar Pîrê êrişên rejîma Îranê yên li dijî xaka Başûrê Kurdistanê û gelê Kurd ê li Rojhilatê Kurdistanê şermezar kirin û da zanîn ku ji bo derketina li hemberî êrişên li ser gelê Kurd, ji bo hebûna xwe biparêzin, divê hemû aliyên Kurd tev bigerin û got: “Heta serkeftinê em ê her ji bo Rojhilat li ser pêyan bin û xebatê bimeşînin.”
Piştre Saziya Kurdên Bêsînor nameyek radestî Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a NY`yê kir. Di nameyê de saziyê ji NY`ê û saziyên mafê mirovan ên navneteweyî daxwaz kir ku “li hemberî dagirkerên Kurdistanê û kiryarên ku li dijî gelê Kurd tên kirin, helwestê nîşan bidin û piştgiriya gelê Kurd bikin”.



