Hevpeymaniya Hêzên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê derheqê êrişên rejîma Îranê li dijî partiyên rojhilat daxuyanî da.
Hepyemaniyê got ku ev êrişên bi vî rengî dê vîna wan a ji bo hilweşîna rejîma Îranê û rizgariya Kurdistanê qels neke.
Hevpeymaniya Hêzên Kurd ragihand ku êriş bi mûşek û balafirên bêmirov pêk hatine û di encamê Pêşmergeyê Partiya Azadiya Kurdistan (PAK) Celal Reşîdî şehîd bû û çend Pêşmergeyên din yên PAK’ê, Pêşmergeyên Hizba Demokrat û Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistan a Îranê birîndar bûn.
Hevpeymaniya Kurd: Li nava axa Kurdistanê gelek sivîl bûne qurbanî
Her wekî eşkere kir ku di çend rojên borî de, li nav xaka Kurdistanê û li çend bajaran, di bombebaranê de gelek sivîl hatin şehîdkirin û birîndar kirin.
Hevpeymaniyê sersaxî ji malatên şehîd Celal Reşîdî û Partiya Azadiya Kurdistanê re xwest û piştrast kir ku êriş rejîmê li ser baregehên partiyên siyasî yên li Rojhilatê Kurdistanê, nîşana tirsa mezin a rejîmê ji tevgera mafên Kurdan li Îranê ne.
Hevpeymaniya Kurd: Êrişên rejîma Îranê têkoşîna me ya azadiyê qels nake
Her wekî destnîşan kir ku ev êriş têkoşîna wan qels nakin, lê di heman demê de îradeya wan a ji bo hilweşandina Komara Îslamî ya Îranê û rizgarkirina Kurdistanê xurtir dikin.
Hepeymaniya Kurd ji bo gelê Kurd: Dûrî deverên rejîma Îranê bikevin
Hevpeymaniyê bang li gelê Kurd kir ku di demekê de rejîm hêzên xwe li mizgeft û dibistanan bi cih kiriye, li navendên îdarî civînên leşkerî û ewlehiyê li dar dixe, hûn jî di zûtirîn dem de ji baregehên leşkerî, navendên ewlehî û îdarî yên rejîmê dûr bikevin.



