Amerîka hêza xwe ya leşkerî li Iraqê zêde dike.
Ajansa Associated Press, dibêje di navbera hêzên Amerîkî û Iraqê de pevçûn derketine.
Her wekî Meqawmey Îslamî ragihand ku di nava 24 saetên borî de 29 caran êrişî baregehên leşkerî yên Amerîka li Iraq û herêmê kirine.
Ajansa Associated Press di nûçeyek xwe de ragihandiye ku Washingtonê dest bi şandina hêzên nû ji bo baregehên xwe yên li Iraqê kiriye.
Ev jî di demekî de ye ku komên çekdar yên li Iraqê di çarçoveya piştgiriya bi Îranê re, êrişên xwe yên li ser baregeh û navendên Amerîka yên li Iraqê dewam dikin.
Li aliyê din li gor agahiyan duh dema ku helîkopterek leşkerî ya Amerîkayê xwestiye li cihekî deyne, di navbera wan û hêzên Iraqê de pevçûn derketiye.
Di encama pevçûnê de efserekî hêzên Iraqê hatiye kuştin.
Li gel vê yekê Berxwedana Eniya Îslamî ya li Iraqê derbarê êrişa li ser Amerîkayê de daxuyaniyek da.
Rêxistinê got di nava 24 saetên borî de 29 caran êrişî baregehên leşkerî yên Amerîka li Iraq û herêmê kirine.
Hat gotin êriş ji bo bersiva kuştina Xameneyî hatiye kirin.



