Jinên ji bajarê Qamişloyê di çarçoveya çalakiyên 8ˊê Adarê de meşek meşaleyî li dar xist.
Li pakrewangehê jinan deqeyek rêz girt, li wir endama Koordînasyoan Kongra Star a Rojava Jiyan Hisên ev bone li jinan pîroz kir û diyar kir ku êrişên li dijî herêmê destkeftiyên jinan dikin armanc.
Jiyan Hisên di dawiyê de banga piştevaniya hêzên berxwedanê û sekna li kêleka wan kir û got têkoşîna hevbeş rêya yekane ya rûbirûbûna astengiyan e.



