Îsraîl dest bi pêleke nû ya êrişan kiriye .
Hêzên Parastina Îsraîlê ragihand ku ew li seranserê Îranê êrîşên hewayî pêk anîne.
Zêdeyî 200 hedefan xistine û armanc dikin ku pergalên mûşekên balîstîk îmha bikin.
Wezîrê Şer ê Amerîkayê jî got, em dê operasyonan bidomînin.
Tehran dihêje..Bombeyên Îsraîlê paytexta Îranê dihejînin.
Artêşa Îsraîlê li Tehrana paytexta Îranê pêleke berfireh a êrişên asmanî daye destpêkirin.
Piştî êrişan li herêmên rojhilat û rojavayê Tehranê dengê teqînên gelekî dijwar hatiye bihîstin.
Televîzyona dewletê ya Îranê jî piştrast kir ku li gelek cihên Tehrana paytext teqînên dijwar çêbûne.
Tê diyarkirin ku piştî êrişan ji herêmên stratejîk ên bajar dûkel bilind bûye.
https://kurmanci.anf-news.com/rojhilata%20navin/Israile-me-iro-li-seransere-Irane-zedeyi-200-hedefan-xist-209764
Hêzên Parastina Îsraîlê eşkere kir ku êriş wekî berdewamiya operasyonan hatine kirin.
Hate gotin ku di operasyonê de bi sedan rampayên avêtina muşekan hatiye xistin.
Wezareta Îtlaatê ya li Tehranê hate bombebarankirin
Balafirên şer Wezareta Îtlaatê ya Îranê ya li navenda Tehranê bombebaran kir.
Heta niha nayê zanîn bê ka hejmara kesên di bombebaranê de hatine kuştin çendin.
Wezîrê şer ê Amerîkayê: Em ê Operasyonan bidomînin
Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pete Hegseth derbarê operasyonên şerê Îranê de hişyarî da û got:
“Bila kes şaş nemîne, em dê bi hêzeke leşkerî ya mezin operasyonan bidomînin.
Îran nikare di vî şerî de bi ser bikeve.”



