Li Rojhilatê Kurdistanê li gelek cihan baregeh û navendên leşkerî yên rejîma Îranê hatin armancgirtin.
Ji wan jî navenda polîsan ya li Kirmanşan hat bombebaran kirin.
Di saetên şevê de balafirên şer Fermandariya Polîsan ya rejîma Îranê ya li Kirmanşan bombebaran kir.
Heta niha ziyanên êrişê nehatiye zanîn. Li gorî dîmenên hatine belavkirin ziyanek mezin ber ketiye.
Li ciwanroyê 4 endamên Supaya pasdaran hatin kuştin
Yekîneya Ensarulah a Supaya Pasdaran eşkere kir ku li navçeya Ciwanroyê êrişeke esmanî pêk hat .
Di encamê de 4 endamên Supaya Pasdaran hatin kuştin .
Şeva borî jî li ser medyaya civakî gelek vîdeo hatin belavkirin.
Di wan vîdeoyan de li bajarê Ciwanroyê û derdora wê dengên teqînên bihêz dihatin bihîstin.
Hat ragihandin ku ev teqîn ji ber êrişên asmanî bûne.
Her wiha ev çend roj in pevçûnên leşkerî û êrişên asmanî li gelek navçeyên cuda didomin.



