Li herêmên cuda yên Sûriyê di 24 saetên dawîn de bûyerên tevlihevî, teqîna mayînan û êriş rû dan.
Di encama van bûyeran de 5 kes hatin kuştin.
Li taxeke bajarê Reqayê di navbera komeke çekdar û hêzên ewlekariyê yên hikumeta demkî de pevçûn derket.
Di pevçûnê de 4 kes hatin destgîrkirin.
Li nêzî meydana Ebasiyîn a Şamê ciwanek hat revandin û kuştin.
Li taxa Neyrebê ya Helebê jî di encama pevçûnekê de 2 kes hatin kuştin û kesek jî birîndar bû.
Li bejahiya Teyib El Fal a Dêra zorê komên çekdar bi armanca kontrolkirina bîrên petrolê bi hev ketin.
Li bejahiya Tedmurê ya rojhilatê Humsê ji ber teqîna mayînekê şivanekî ji herêma Tariq Şair jiyana xwe ji dest da.
Li gundê Xirbe Ebûd ê Eyn Îsayê 2 kes ji ber teqîna mayînekê birîndar bûn.
Li bajarokê Xeşam ê li rojhilatê Dêra Zorê ji ber teqîna mayînekê nêzî xeta trênê 2 zarok birîndar bûn.



