Duh hejmarek welatiyên Kurd ji bajarên Hesekê û Qamişlo xwestin vegerin Efrînê.
Ev koçber li ser riya Tebqa û Reqa ji aliyê Hûzên hikumeta demkî ve rastî binpûkirinan hatin.
Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê hejmarek welatiyên Kurd rastî lêdanê hatine.
Bûyer li ser bendeke kontrolê ya hikumeta demkî ya Tebqayê qewimî.
Li gorî agahiyên hatine wergirtin, Hêzên Hikûmetê li ser xala kontrolê sê wesayîtên sivîl girtin.
Ew rêwî bêyî ku hincetek qanûnî ya zelal bidin, bi zorê ji wesayîtan hatin derxistin.
Rêwî rastî lêdan û heqaretên devkî hatin.Ev jî ji ber ku kurdin.



