Serokê DYA’yê got ku divê ew “beşdarî” pêvajoya diyarkirina lîderê bê ê Îranê bibe .
Donald Trump tekez kir ku divê Amerîka destwerdanê di pêvajoya hilbijartinê de bike.
Trump diyar kir ku divê hilbijartina lîder li Îranê li gorî daxwaza wî çêbibe.
Trump, Mucteba Xameney ê ku wekî xelefê herî xurt tê dîtin, wekî “nayê qebûlkirin” pênase kir û got:
Hilbijartina lîderekî ku polîtîkayên lîderê dînî yê berê bişopîne, dikare me ber bi şerekî ve bikişîne.
Trump anî ziman ku ew dixwaze lîderekî ku “lihevhatin û aştiyê ji Îranê re bîne” bibîne .
Trump got, “Ew dema xwe vala derbas dikin… Divê ez beşdar bibim.”



