Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) li keştiyeke Îranê xist ku dronan hildigire.
CENTCOMê dîmenên reş û spî yên kêliya lêdana keştiyê parve kirin.
Di daxuyaniya CENTCOMê de hat diyarkirin ku ew keştî “niha di nav êgir de ye.”
Di parvekirinê de hûrgiliyên operasyonê hatin dayîn û hat gotin:
“Hêzên Amerîkayê ji erkê binavkirina hemû hêzên deryayî yên Îranê bi paş ve gavan naavêjin.
Keştiyeke Îranê ya ku bi qasî keştiyên balafiran Şerê Cîhanê yê Duyem e di nav êgir de ye.”
Îsraîl û Amerîkayê 28ê Sibatê dest bi êrişa leşkerî ya li ser Îranê kir.
Îranê jî bersiv da û xeynî Îsraîlê, êrişî hinek hedefên li Qeter, Îmarat û Behreynê kir.



