Kordînasyon Kongra Star bi boneya roja 8’ê Adarê daxuyaniyek weşand.
Kordinasyonê ev roj li hemû jinan û diyar kir ku şêreşa Rojava bi dilsozî, fedakarî, wêrekî û canbexşiya jinan de geha roja me a îro.
Kongra Star da zanîn ku di tevahî şoreşêde ji her aliyê jiyanêde jinan pêşengtiya şoreşê kir û got:
“Pergala sermayedarî bi awayeke bêrehim di tevahî salên şoreşê de li dijî destkeftiyên jina berxwedêr di nava êrîşan de bû.
Di şexsê êrişên li ser Rojavade teybet bandoreke mezin li ser jinê çêbû.
Ev nêzîkatiya pergalên serdeste ku ji bo berjevendiyên xwe hemû mirovatiyê dikin qurban.”
Kongra Star ragihand ku îradeya jinê ji hêla rejîma Colanî de tê binpêkirin û li dijî van kiryaran jî pêwîste em weke jin xwedî biryara têkoşînê bin.
Di dawiyê de Kongra Star teqez kir ku heta ku ew destkeftiyên jinê li Rojavayê Kurdistanê de mîsoger bikin ew ê bi hemû hêza xwe ve têbikoşin.



