Malbatên şervanên di dema êrişan de ji aliyê komên girêdayî hikumeta demkî ve dîl hatine girtin, çalakiyek li dar xist û daxwaza zarokên xwe kir.
Di dema êrişên komên hikumeta demkî ya Sûriyeyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de agahî ji hin şervanan qut bû û hin jî ji aliyê komên girêdayî hikumetê ve hatin dîlgirtin.
Malbatên dîlgirtî û windahiyan îro li Qada Jina Azad a Kobanê bi daxwaza berdana zarokên xwe çalakiyek li dar xist.
Malbatên beşdarî çalakiyê bûne, li ser mijarê ji ajansa me re axivîn.
Bêrîvan Osman ku hevjînê wê di şerê li Dêr Hafirê de winda bûye, wiha got: “48 roj e hevjînê min winda ye. Em ji bo esîr û û şehîdên xwe hatine vir. Daxwaza me ya sereke bila hêzên hikumeta demkî wan berdin. Heya niha min agahî ji hevjînê xwe negirtiye. Êdî bes e ji vê zilm û êşê re.”
Şêrîvan Mihemed destnîşan kir ku birayê wê dîl hatiye girtin û ev li gotinên xwe zêde kir: “Navê birayê min Welîd Mihmed e. Demeke dirêj e esîr e û agahî jê nîn e. Em dixwazin esîrên me vegerin malên xwe. Bila hikumeta demkî wan berde. Êdî tehemula me nemaye.”
Kirîstîn Mihemed jî anî ziman ku divê her kes ji bo serbestberdana dîlgirtiyan rabe ser pêyan û wiha got: “Zarokên me hebûna me ne, em ê ji bo wan re tim li qadan bin û daxwaza vegera wan dikin.”



