Wezareta Karên Derve ya DYA’yê têkildarî Sûriyeyê hişyariya ewlehiyê da.
Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bi daxuyaniyekê da zanîn ku Balyozxaneya Mezin a DYA’yê ya li Şamê ji sala 2012’an û vir ve girtî ye û hate gotin hikumeta DYA’yê nikare xizmeta rûtîn an jî lezgîn bide welatiyên xwe yên li Sûriyeyê. Balyozxaneya Komara Çekyayê ya li Şamê, nûnertiya berjewendiyên DYA’yê yên li Sûriyeyê dike.
Rêveberiya DYA’yê bang li welatiyên xwe yên li Sûriyeyê kir ku bêyî ku bawerî bi desteka hikumetê bînin, bila plana çûyîna ji welêt bikin. Her wiha hate xwestin ku eger rewşa ewlehiyê xirab bibe, ji bo mayîna li cihê xwe amade bin, belgeyên xwe yên seyahatê amade bikin û geşedanan ji nêz ve bişopînin.



