Ofîsa hiqûqî û belgekirinê ya komîteya koçberên Serêkaniyê derbarê sûcên dewleta Tirk a li Serêkaniyê de daxuyaniyek da.
Ofîsê got, mal û milkên koçberan hatiye talankirin û dizîn”.
Ofîsa hiqûqî da zanîn ku ji sala 2019’an Serêkaniyê di demên herî dijwar re derbas dibe û got:
Ev yek jî ji ber ku milkê sivîlên koçber li bajar û gundewarên wê rastî talan û dizîya sîstematîk tê.
Kesên ku li malên koçberan bi cih bûne berî derkevin, malê talan dikin.
Heta bi derî, pencere û her tiştê ku meriv dikare hilgire jî rakirine.
Her wiha hat diyarkirin ku ev kiryar binpêkirineke eşkere ya mafên mirovan e.
Di daxuyaniyê de hate gotin, girîng e ku parastina milkê sivîlan û mafê wan ê vegera malên xwe were garantîkirin.
Parastina mafên sivîlan û milkê wan ne vebijarkek e, lê mecbûriyetek mirovî û yasayî ye ku divê her kes bicîh bîne.



